Rêveberiya Berhingarbûna Tundûtîjiyê ya Hewlêrê: Amarên tundûtîjiyê ber bi kêmbûnê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Rêveberiya Berhingarbûna Tundûtîjiya li Dijî Jin û Malbatan li Hewlêrê Eqîd Sefîn Zahir îro (Yekşem, 7ê Berçileya 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Armanca me di vê panelê de ew e ku em planeka bihêztir ji bo berhingarbûna tundûtîjiyên di nav malbatan de diqewimin, bi taybetî jî tundûtîjiyên li dijî jinan tên kirin, danin.”
Eqîd Sefîn di derheqa amaran de jî eşkere kir: “Li gorî çar salên borî, li sala 2025ê amarên tundûtîjiyê yên tomarkirî li sînorê parêzgeha Hewlêrê û cihên ku nivîsîngehên me lê hene ber bi kêmbûnê ve ne.”
Rêveberê Rêveberiya Berhingarbûna Tundûtîjiyê amaje jî da: “Hejmara giliyan jî kêm bûye û li beranberî wan amara lihevhatin û vegera malbatan ji bo hev zêde bûye, ku ev jî dilxweşker e.”
Navbirî herwesa got: “Bala Neteweyên Yekgirtî di kampanyaya 16 rojî ya berhingarbûna tundûtîjiyê de îsal li ser tundûtîjiya elektronî bû. Herêma Kurdistanê jî mîna deverên din ên cîhanê ji wan tundûtîjiyên elektronî bêpar nîne yên ku bi rêya torên civakî tên kirin.”
Eqîd Sefîn herwesa ragihand: "Me wekî Rêveberiya Hewlêrê planeka baş danaye ku em hişyariyê di nav piraniya welatiyan de zêde bikin.” Eşkere jî kir: “Me her sal bi Wezareta Ewqafê û mamosteyên olî re hevahengiyeka pir baş heye.”
Rêveberê Rêveberiya Berhingarbûna Tundûtîjiyê eşkere jî kir: “Bi hevpariya vekolerên civakî, gelek kampanyayên hişyarkirinê li ser xetereyên torên civakî li navendên perwerdehiyê hatine lidarxistin.”