Ozgur Ozel bang li hikûmetê kir: Pereyan li şûna çekan, ji bo aştiyê xerc bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel ragihand, partiya wan dê li ser piştevaniya proseya aştiyê û hewldanên çareserkirina Pirsa Kurd li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn berdewam be.

Ozel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pênaseya Pirsa Kurd û wiha got: "Heta ku Kurd nebêjin 'pirsgirêka me hat çareserkirin', ew tê wê wateyê ku Pirsa Kurd hîn heye."

Serokê CHPê bang li dewletê kir û xwast ku êdî pere û îmkanên darayî ji bo kirîna çek û cebilxaneyan neyên bikaranîn; berevajî vê yekê, divê çavkanî ji bo aştî, aramî û avadaniyê bên xerckirin.

Banga ji bo Demîrtaş û biryarên DMMEyê

Ozgur Ozel di beşeke din a axaftina xwe de, careke din daxwaz kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din de bên bicihanîn.

"Aştiya Sûriyeyê garantiya Tirkiyeyê ye"

Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî Ozel tekezî kir, jiyana Kurdên Sûriyeyê ya di nava aştî, aramî û demokrasiyê de, ji bo Tirkiyeyê jî garantiya ewlehiyê ye.

Ozel herwiha daxwaz kir ku mafên Kurdan, Durziyan û hemû pêkhateyên din di destûra nû ya Sûriyeyê de bên misogerkirin.