Pêla berf û baranê li Bakurê Kurdistanê rêyên bi dehan gundan girtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke berf û baranê bandora xwe li ser bajarên Bakurê Kurdistanê zêde kiriye. Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde û bagerê da.
Li gorî daxuyaniya Keşnasiyê, îro li bajarên wekî Diyarbekir, Êlih, Sêrt, Meletî û Dîlokê barana gur û birûsk tê pêşbînîkirin. Ji ber bayê xurt û barana zêde, hişyarî hat dayîn.
Li Qers û Wanê berf dibare
Li aliyê din, li parêzgeha Qersê û derdora wê barîna berfê berdewam e. Hat ragihandin ku pileyên germê bi giştî daketine.
Ev pêla berfê ku ji roja Yekşemê ve li parêzgehên wekî Colemêrg, Wan, Erdexan, Agirî û Qersê dest pê kiribû, jiyan li welatiyan zehmet kiriye. Li van deveran ji ber berfa zêde astengî di çûnûhatinê de çêbûne û rêyên bi dehan gund û mezrayan hatine girtin.
Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.