Li Şaredariya Peyasê fêrgehên pîşeyî bo jinan hatine vekirin

Diyarbekir (K24) – Li Şaredariya Peyasa Diyarbekirê bo jinan fêrgehên pîşeyî tên vekirin ku bi vê xebatê jin hem dibin xwedî pîşe hem jî dikarin di jyana rojane de bêhtir cih bigirin. Mamosteyên fêrgehê didin zanîn ku hijmareke zêde serîledan bo fêrgehan çêbune lê wan nekariya hemu jinên serîlêdan kirine bistînin.

Ji aliyê Şaredariya Peyas a Navçeya Navendî ya Diyarbekirê ve fêrgehên ku jin tê de bikaribin bibin xwedî pîşe hatine vekirin. Fêrgeha dirûtina cil û bergan, fêrgeha kelupelên xemlê û fêrgeha ciwankariyê de mamoste waneyên pîşeyî didin. Her serdemek a fêrgehekê 3 mehan didome û di her fêrgehekê de kêmzêde 10 jin wek xwendekar perwerdehiyê dibînin. Mamosteyên fêrgehê didin zanîn ku niha 250 jinên serîlêdan kirine û li bendê dora wan were hene. Mamoste dibêjin fêrgeh di heman demê de bandoreke erênî li dêruniya jinan jî dike.

Mamosteya Fêrgehê Mune Can ji K24ê re got: “Jin ji vêderê pir hes dikin, naxwazin ji vê derê biçin, hinek xwendekarê me dema fêrgeh bi dawî bu digiriyan, evder ne tenê bo dirıtinê ye, em vêderê bune wek malbatekê.”

Jinên di fêrgehê de wek xwendekar waneyan distînin jî dibêjin ew keyfxweş in ku hem şiyanên xwe pêş dixin û hem jî demên xweş û rengîn li fêrgehê derbas dikin.

Bîrgul Akkuş: “Ev bû mehek ez li vêderê perwerdehiyê dibinim, hînî dirutinê dibim, em ji mamosteyên xwe gelek memnun in, demê me xweş derbas dibe.”

Yeter Demîr: “Mehek berê min dest pê kir, xweş derbas dibe, em sohbet dikin.”

Sevda Çelîk: “Evder xweş e, em sohbet dikin, xwezî nêzî mala me jî vebuya, evder hinkî dûr e.”

Dîlan Baravî: “Min bihîst ku şaredariya peyasê fêrgeha ciwankariyê vekiriye ku bo ciwankariya çermê mirov waneyan didin, ez jî li malê aciz bibum, hatim.”

Berhemên ku ji destên jinên kedkar derdikevin li vê derê tên firotin ku bi vê yekê jin hem dibin xwedî pîşe hem jî ji wan re deriyê vedibe.