Encûmena Nûneran a Amerîkayê hilweşandina ‘Yasaya Qeyser’ a li ser Sûriyeyê pesend kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Amerîkayê di çarçoveya budceya berevaniyê ya sala 2026an de, biryara hilweşandina cezayên "Yasaya Qeyser" ên li ser Sûriyeyê pesend kir.

Endamê Kongressa Amerîkayê Joe Wilson îro 11ê Berçileya 2025an li ser platforma xwe ya "X" nivîsî: "Ez gelek kêfxweş im ku Encûmena Nûneran a Amerîkayê hilweşandina Yasaya Qeyser pesend kir. Ez spasiya Serok Trump û Tom Barrack dikim ku piştgirî li hilweşandina vê yasayê kirin."

Wilson hêvî xwast ku di çend rojên bê de, ev projeyasa li Senatoyê jî bê pesendkirin û piştre biçe pêşiya Serok Donald Trump, da ku îmze bike.

Endamê Kongressê diyar kir, wî ji meha Gulanê ve pêşniyara hilweşandina temamî ya vê yasayê kiriye û di nava şeş mehên borî de serkêşiya van hewldanan kiriye.

Biryar bêmerc e

Hat ragihandin, hilweşandina yasayê bêmerc e û di çarçoveya yasaya budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de cih girtiye. Ev biryar piştî hewldanên dîplomatîk ên hikûmeta nû ya Sûriyeyê û piştevaniya rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyeyî li Washingtonê hat dayîn.

Yasaya Qeyser çi bû?

Yasaya Qeyser (Caesar Act), yasayeke Amerîkî bû ku ceza li ser hikûmeta Sûriyeyê û serokê rejîma berê Beşar Esed sepandibûn. Sedema yasayê binpêkirina mafên mirovan û tawanên şer bû. 

Li gorî yasayê, her kes û aliyekî ku pêwendiyê bi hikûmeta Sûriyeyê re deyne (bi taybetî di warê enerjî û avadaniyê de) dihat cezakirin. Ev yasa di Berçileya 2019an de hatibû îmzekirin û di Hezîrana 2020an de ketibû warê cîbicîkirinê.