Pêleke din a berf û baranê bandorê li Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên rewşa hewayê yên 48 demjimêrên bê belav kirin û ragihand, li navçeyên çiyayî egera barîna berfê heye.

Li gorî daxuyaniya Keşnasiyê, îro 11ê Berçileyê, asman dê di navbera ewrî û nîv-ewrî de be. Piştî nîvro li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û parêzgeha Dihokê egera barîna barana hûr heye. Herwiha li navçeyên çiyayî yên sînorê Îdareya Soranê jî egera barîna hinek berfê heye.

Hat diyarkirin ku pileyên germê li gorî yên duh, dê 1 heta 2 pileyan dakevin.

Sibe pêlek berfireh tê

Keşnasiyê ragihand, sibe Înê asman dê bi temamî ewrî be. Destpêkê li navçeyên sînorî yên rojava baraneke hûr dibare û piştre bandora wê digihîje tevahiya navçeyên Herêma Kurdistanê.

Li gorî pêşbîniyan:

- Li navçeyên çiyayî yên bilind (bi taybetî li ser sînoran) berf dibare.

- Bandora vê pêla baranê dê heta roja Şemiyê berdewam be, bi taybetî li sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê.

- Pileyên germê sibe dê 1 heta 3 pileyan dakevin.

Bilindtirîn pileyên germê yên pêşbînîkirî:

- Hewlêr: 13 pile

- Silêmanî: 10 pile

- Dihok: 11 pile

- Zaxo: 12 pile

- Kerkûk: 13 pile

- Helebce: 10 pile

- Soran: 10 pile

- Akrê: 11 pile

- Amêdî: 8 pile

- Germiyan: 15 pile