Serperiştê Rêveberiya Germiyanê: Lehiyê zirar gihandiye 150 malan

Celal Şêx Nûrî
Celal Şêx Nûrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê ragihand: “Hikûmeta Iraqê budceyeka taybet ji bo rewşên awarte heye û ev budce Herêma Kurdistanê jî vedigire, lê di salên borî de jî hikûmeta federal di dema qewimîna karesatan de bi tu rengan alîkariya deverên Kurdistanê nekiriye.”

Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê Celal Şêx Nûrî îro (Pêncşem, 11.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, wan komîteyek ji bo nirxandina zirarên lehiyê li devera xwe çê kiriye. Eşkere jî kir ku li gorî texmînên destpêkê, lehiyê zirar gihandiye 150 malan.

Celal Şêx Nûrî amaje jî da: “Hikûmeta Iraqê budceyeka taybet ji bo rewşên awarte heye û ev budce Herêma Kurdistanê jî vedigire, lê hikûmeta federal di salên borî de jî di dema qewimîna karesatan de bi tu rengan alîkariya deverên Kurdistanê nekiriye.”

Baranên dijwar ên roja Sêşemê (9.12.2025) li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li parêzgeha Silêmaniyê, bûn sedema rabûna lehiyê û gelek zirar gihand malên welatiyan, herwesa li Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê û Çemçemalê jî bûn sedema mirina çend kesan.

Piştî wê bûyera xwezayî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû tevaya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rapsartin ku di hawara welatiyan û zirardîtiyan biçin.