"Stêrkên Vebirûsî".. Pirtûka nû ya helbestvan Henan Cefer derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka bi navê "Stêrkên Vebirûsî" a helbestvanê Efrînî Henan Cefer ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin û belavkirin.
Pirtûka nû "Stêrkên Vebirûsî" ku ji 64 rûpelan pêk tê, berhemeke taybet e ku bi şêwaza helbestên "Haykû" hatiye hûnandin.
Helbestvan Henan Cefer derbarê naveroka pirtûka xwe ya nû de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Ev berhem bi hestên zîz û ramanên kûr hatiye nivîsandin. Xweşiya jiyanê û serpêhatiyên kesane di nav rûpelên vê berhemê de cih digirin; ne tenê evîn, belkî dilopên êşê jî tê de hatine hûnandin. Her Haîkûyek bi şêweyekê û bi wateyeke taybet e."
Henan Cefer kî ye?
Helbestvan Henan Cefer di sala 1967an de li gundê Gorda yê ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe, qonaxên amadeyî û navendî jî li bajarê Helebê temam kirine. Herwiha Peymangeha Pîşesaziyê jî li Helebê bi dawî kiriye.
"Stêrkên Vebirûsî" ne yekem berhema wî ye; beriya niha jî pirtûka çîrokan a bi navê "Dayika Dilmayî" û dîwana helbestan a bi navê "Hêviyên Baskoyî" çap kiribûn.
Hin nimûneyên Heyko yên ji pirtûkê:
Stêrk vebirûsîn
Dengê ewran tê-
Kelecana dil
Bêhna payîzê
Meqesok bixçik li mil in
Rêya koçberiyê
Çendî pîne dikin
Ji ber hev dişelin
Hizirên pûç
Girnijîn
Sed wateyê dide
Dêmê bedew
Bê qaqlîbaz
Dengê pêlan bilind e
Rok diçe ava