Hunermend Gulsume Oguz çîrokên şer û koçberiya Kurdan bi heriyê vebêje

Stenbol (K24) – Derûnnas û hunermenda Kurd Gulsume Oguz, êş û azara koçberên Êzîdî yên Şengalê û penaberên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê hunerê tîne ziman. Oguz li Stenbolê pêşangeheke seramîkê vekir ku tê de çîrokên koçberiyê nîşan dide.

Gulsume Oguz, ku demeke dirêj di kampên penaberan de wekî derûnnas kar kiriye, bandora wan çîrokên trajîk ên koçberiyê veguherandiye berhemên hunerî. Pêşangeha wê ya nû li Stenbolê bala hunerhezan dikişîne.

Gulsume Oguz ji Kurdistan 24ê re behsa çîroka vê pêşangehê kir û got: "Heta sala 2014an ez li Stenbolê dijiyam û min terapiya xwe bi seramîkê dikir. Lê dema ku DAIŞê êrîşî Şingalê kir û komkujî li dijî gelê Êzîdî pêk anî, û piştre jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, jiyana min jî guherî."

Oguz diyar kir jî, ew nêzîkî du salan li kampa penaberan a Silopiyayê ligel jin û zarokên Êzîdî û Rojavayê Kurdistanê maye û piştgiriya derûnî daye wan.

Herwiha got: "Dema min guhdariya wan çîrokên dijmirovahiyê kir, êşeke giran li ser min peyda bû. Min dît ku çîroka jinan li her derê cîhanê heman e; şer her dem li ser bedena jinê tê meşandin."

Hunermend Gulsume Oguz behsa bîranîneke xwe ya li kampê jî kir: "Rojekê li kampê destê min herî bû û min xwest hinarekê biqelişînim. Dema hinar di destê min de qelişî, min got ev kar dikare behsa gelek tiştan bike. Her yek ji van berheman çîrokek e. Mîna wan zarokên ku di rêyan de winda bûn, mîna wê şîrê dayikê ku ji tîna hişk bûbû lê hîn jî diherikî."

"Dixwazim pêşangehê bibim Kurdistanê"

Gulsume Oguz da zanîn, pêşangeha wê ya yekem li Silopiyayê, li cihê ku ew lê bûye şahida êşan, hatiye vekirin. Niha jî li Stenbolê ye, lê ew dixwaze vê peyamê bigihîne derveyî sînoran jî.

Oguz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim vê pêşangehê bibim Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê. Ji ber ku koçberî hê jî berdewam e û divê ev çîrok neyên jibîrkirin."