Balyozê Rûsyayê: Hin Iraqî di şerê Ukraynayê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev eşkere kir ku di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de, hinek çekdarên Iraqî hatine û birîndar bûne.
Balyozê Rûsyayê di daxuyaniyekê de got: "Hejmara wan Iraqiyên ku di şer de bûne qurbanî, ne zêde ye. Lê dewleta Rûsyayê ji bo alîkariyê, vîze daye malbatên wan kesên ku hatine kuştin."
Balyozê Rûsyayê her wiha bersiva wan gotinan da ku dibêjin "Amerîka nahêle hêzên wekî Heşda Şeibî beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin".
Kutrashev bi tundî ev yek rexne kir û pirsî: "Ma Iraq di bin dagirkeriya Amerîkayê de ye? Çima Washington dixwaze li şûna Iraqiyan biryarê li ser hikûmetê bide?"
Di meha Îlona borî de, Balyozxaneya Iraqê li Moskoyê hişyarî dabû welatiyên xwe. Balyozxaneyê ji Iraqiyan xwestibû ku neyên xapandin û neçin nav şerê Rûsya û Ukraynayê.
Hikûmeta Iraqê jî berdewam dibêje ku ew di vî şerî de bêalî ne û naxwazin xelkê wan bibe perçeyek ji vî şerî.