PWK: Em gotinên kirêt ên dijî Leyla Zana şermezar dikin

Diyarbekir (K24) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand ku, ew wek PWK helwesta nijadperest û heqaretên li dijî Leyla Zana şermezar dikin.

Bertekên li dijî helwesta alîgirên Bursasporê ya nijadperest berdewam in, ku PWKê jî di derheqa vê helwesta kirêt de daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya PWKê wisa ye:

Buroya Ragehandinyê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikîn

Di pêşbirka futbolê ya di navbera Somaspor û Bursasporê de, hinek alîgirên futbolê li hemberî siyasetmedara kurd Leyla Zana xanimê “dirûşmên” tije çêr û heqaret berz kirine.

Çêr û heqaretên ku li dijî Birêz Leyla Zanayê hatine kirin, êrîşeke li dijî miletê Kurd û jinên Kurd e, li dijî exlaq û pîvanên mafên mirovan e.

Ev çêr û heqaretên ku li sîyasetmedara kurd Leyla Zana xanimê hatine kirin berhem û nîşana hişmendîya nîjadperest e, hişmendîya dijminatîya Kurdan e.

Em çêr û heqaretên li hemberî rêzdar Leyla Zana xanimê tawanbar dikin.

Em bang li rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dikin ku bi hesasî nêzîkî vê mijarê bibin, helwestê deynin û demildest tiştên pêwîst in pêk bînin.