PWK: Cejna Rojîya Êzî li hemû Kurdên Êzidî pîroz be
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya Cejna Rojîya Êzî peyameke pîrozbahiyê belav kir û hêvî xwast ku ev cejn bibe wesîleya derman û dawîhatina êş û elemên hemû Kurdên Êzidî.
Buroya Ragihandinê ya PWKê îro (19.12.2025) peyamek arasteyî Kurdên Êzidî kir û di peyamê de hat diyarkirin ku ew hêvî dikin ev cejn bibe wesîleya derman û dawîhatina êş û elemên hemû Kurdên Êzidî.
PWKê di peyama xwe de bal kişand ser erkên saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê û got: "Em di wê baweriyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bichanîna hemû mafên Kurdên Êzidî û ji bo sivikkirina êşên xwişk û birayên me, dê bernameyên taybet cîbicî bikin."
Di dawiya peyamê de, PWKê Cejna Rojîya Êzî li hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.