Li Şamê peykera "Mar Polis" hat dizîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Bab Şerqî ya bajarê Şamê, di bûyereke sosret de peykera dîrokî ya Mar Polis hat dizîn. Ev bûyer wekî nîşaneke din a bêserûberiya ewlehiyê li deverên bin desthilata hikûmeta Sûriyeyê tê dîtin.
Çavkaniyên herêmî yên ji Şamê da zanîn, peykera Mar Polis ku li naverasta Bajarê Kevin (Bab Şerqî) bû, ji pêr 18ê Berçileyê ve winda bûye.
Li gorî zanyariyan, peyker ji sê aliyan ve hatiye qutkirin û birîn. Ji vê berhema hunerî tenê dest, ling û dûvê hespê li cihê bûyerê mane.
Zincîreya êrîşan a li ser Mesîhiyan
Ev bûyer di çarçoveya zincîreyek êrîş û binpêkirinan de tê ku li Şamê li dijî Mesîhiyan tên kirin. Beriya niha jî bûyerên wekî şikandina peyker, xaç û kêlên gorên Mesîhiyan rû dabûn, heta gihîştibû asta teqandina Dêra Mar Ilyas ku tê de 25 kesan canê xwe ji dest dabûn.
Dîrok û Giringiya Peykerê
Dîroka vî peykerî vedigere sala 1939an û ji aliyê hunermendekî Îtalî ve diyarî Dêrê hatibû kirin. Peyker wê kêliya dîrokî nîşan dide ku "Şawûl" (Polis) dema Îsa Mesîh jê re xuya dibe, ji hespê xwe dikeve û baweriya xwe pê tîne.
Heta niha Dêrê daxuyaniyeke fermî nedaye, lê gilî li cem aliyên ewlehiyê tomar kiriye û tomarên kamerayên çavdêriyê radestî wan kirine, bi hêviya ku peyker bê dîtin û vegerandin.