Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê îro bi AK Partiyê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo gotûbêjkirina qonaxa nû ya proseya aştiyê, îro li Parlamentoya Tirkiyeyê dest bi gera hevdîtinan dike.

Li gorî bernameyê, şanda DEM Partiyê dê îro 20ê Berçileyê li demjimêr 14:00, li Parlamentoya Tirkiyeyê ligel Fraksiyona Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bicive.

Tê çaverêkirin ku du demjimêr piştî vê civînê (saet 16:00), heman şand ligel berpirsên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî bicive.

Mijara sereke ya van hevdîtinan, nirxandina pêngavên proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û pêşhatên dawî yên vê mijarê ye.

Herwiha hat ragihandin, şanda DEM Partiyê dê roja Duşemê 22ê Berçileyê jî ligel Partiya Gel a Komarî (CHP) bicive.

Liv û Tevgera Siyasî

Şanda Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Fayîk Ozgur Erol pêk tê û wekî aktorê sereke û motora proseyê tê pênasekirin, ev çend roj in li Enqereyê hevdîtinên girîng pêk tîne. Şandê di 12ê Kanûnê de bi Serokê Giştî yê DEVAyê Elî Babacan re û di 16ê Kanûnê de jî bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu re civiyabû.

Şandê di vê heyama dawî de çendîn caran serdana girtîgeha Îmraliyê kiriye û piştî hevdîtinên ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, peyamên wî gihandine derve.