Serok Barzanî sersaxî ji Ano Cewher re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî di peyamekê de hevxemiya xwe ji bo Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher diyar kir, ji ber wexera dawiyê ya mamê wî Zuhêr Ebdulmesîh.
Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher, nûçeya wexera dawiyê ya mamê we yên rêzdar Zuhêr Ebdulmesîh gihîşt me.
Em sersaxiyê ji we û malbat û xizmên we re dixwazin.
Em ji Xudayê mezin dixwazin ku canê wî bi bihuşta mezin şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.
Mesûd Barzanî
21ê Kanûna Yekê ya 2025ê