Hewlêr di bin ewlekariyeke tund de ye; Çend êrîşên bi dronan hatin têkbirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Asayîşa Hewlêrê ragihand ku, sîstema berevaniyê ya asmanî li Hewlêrê karî rêyê li ber çend êrîşên bi dronan bigire û berî ku bigihîjin armancên xwe wan têk bibe.
Çavkaniyekê ji Asayîşa Hewlêrê li serê sibeha îro (Şemî, 7ê Adara 2026ê) taybet ji Kurdistan24ê re got: Hejmareke dronan berî demeke kêm bizav kir ku derbaz bibin nav asmanê Hewlêrê, lê ji ber berteka bilez a sîstema berevaniyê, ew êrîş hemî hatin pûçkirin û rê li wan hat girtin.
Wê çavkaniya Asayîşê amaje jî daye ku, tîmên taybetmend ên Asayîşê û hêzên ewlehiyê tavilê gihîştin cihê ketina bermayîkên wan dronan û ew dever dorpêç kir. Piştre pêvajoya vekolana berfireh û pişkinîna teknîkî hat destpêkirin, da ku celebê wan dronan û çavkaniya avêtina wan bê eşkerekirin.
Li gorî zanyarên destpêkê, tu zirareke canî ji wan êrîşan çê nebûye û tenê li hin taxên wî bajarî bûn sedema çêbûna dengekî bihêz.
Hêzên ewlehiyê welatiyan piştrast dikin ku, rewş bi tevahî di bin kontrolê de ye û rêkarên ewlehiyê yên tund ji bo parastina ewlehiya şêniyên Hewlêrê hatine wergirtin.
Ji hingê ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re hatiye destpêkirin, komên çekdar ên neqanûnî yên Iraqê bi dronan bizavê dikin ku, bingehên leşkerî yên Amerîka û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê bikin armanc.
Hemî ew êrîşên ku bi rêya dronan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin ji aliyê sîstema berevaniyê ya asmanî ya Amerîka û Hevpeymanan ve hatine têkbirin. Ji bilî zirarên madî, wan êrîşan tu zirareke canî nebûye.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.