Hewlêr bi kernevaleke mezin a otomobîlên klasîk pêşwaziyê li sala 2026an dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê di çarçoveya amadekariyên sersala nû de, dê pêşangeh û kernevaleke mezin a otomobîlên klasîk li navenda bajêr saz bike. Parêzgarî bang li xwediyên otomobîlên kevin dike ku navê xwe tomar bikin.

Li gorî daxuyaniya Ragihandina Parêzgariya Hewlêrê, ev çalakî di nava vê hefteyê de bi armanca nîşandana resenayetî û dîroka otomobîlên kevin û afirandina keşeke xweş ji bo welatiyan û geştyaran tê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her welatiyekî xwediyê otomobîla modela 1991 an kêmtir (kevintir) be, dikare beşdarî vê kernevalê bibe.

Kesên ku dixwazin beşdar bibin, ji bo navnivîsîn û rêkxistina karûbaran dikarin peywendiyê bi vê hejmara telefonê bikin: 07504618490

Parêzgarî armanc dike ku bi vê pêşangehê, kolanên Hewlêrê bike muzexaneyeke vekirî ya demkî. Ev otomobîlên klasîk ne tenê amrazên veguhestinê ne, belkî beşek in ji bîranîn û dîroka civakî ya bajêr. Ev kerneval beşek e ji zincîreya çalakiyên hunerî û çandî yên ji bo pêşwazîkirina Sersala 2026an.