Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qahîreyê serdana Pîramîdan û Muzexaneya Mezin kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo welatê Misrê de, serdana cihên dîrokî û şaristaniyê yên paytext Qahîreyê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Berçileyê li Qahîreyê serdana Pîramîdan û Muzexaneya Mezin a Misrê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 20ê Berçileya 2025an, bi serdaneke fermî gihîştibû paytexta Misrê, Qahîreyê. Li firokxaneyê, Mesrûr Barzanî ji aliyê Wezîrê Rewşenbîriyê yê Misrê Ehmed Fuad Hîno ve bi germî hatibû pêşwazîkirin.
Di çarçoveya vê serdanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serok û berpirsên payebilind ên Misrê re civiya û pêşxistina pêwendiyên aborî, siyasî û çandî yên di navbera Hewlêr û Qahîreyê de hatin gotûbêjkirin.
Serokezîr Mesrûr Barzanî duh jî serdana Kela Selahedînê Eyûbî kiribû. Ev kel wekî yek ji nîşanên herî girîng ên dîroka Îslamî û kurdewariyê li Misrê tê naskirin.