Keça Kurd a di Artêşa Almanyayê de filmê xwe li Hewlêrê nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Bêrîvan Mihemed Mele Es’ed, keça Kurd ku di Artêşa Almanyayê de kar dike, filmê xwe yê belgeyî bi navê "Ew roja ku roj hilnehat" li Hewlêrê nîşan da.

Merasîma pêşandana film li Sînemaya Empire ya Hewlêrê, bi amadebûna malbata Bêrîvanê, hunermend û berpirsên hikûmî birêve çû.

Di vî filmî de, Bêrîvan perdeyê li ser jiyana xwe radike. Ew behsa wan rojên dijwar dike ku wekî zarokeke 10 salî piştî windakirina bavê xwe dîtine. Film li ser lêgerîna nasnameya bavê wê ye, ku rojnamevanekî naskirî û qurbaniyê şer bû.

Bêrîvan di filmê xwe de balê dikişîne ser rola xwe ya wekî serbaz, şêwirmend û wergêr di Artêşa Almanyayê de. Ew behsa wê yekê dike ku çawa li kêleka Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de şer kiriye û xizmet kiriye.

Bêrîvan Mihemed ji Kurdistan 24ê re got: "Armanca serekî ya vî filmî, bilindkirina peyama parastina rojnamevanan e. Kurd xwedî dijminên zêde ne, lewma divê em medyakaran biparêzin da ku karibin dengê mezlûmiyeta gelê Kurd bigihînin cîhanê."

Filmê "Ew roja ku roj hilnehat" ji aliyê kompanyaya JOOL ve hatiye berhemanîn û derhêneriya wê Diyar Kurd kiriye.