Serdana Mesrûr Barzanî bo Misirê di medyaya cîhanê de deng veda

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Qahîreyê û civîna wî bi Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî re, di medyaya Erebî û ya cîhanî de rastî karvedaneke mezin hat. Medyaya navdewletî bi girîngî behsa rola Mesrûr Barzanî di parastina aramiya herêmê û vekirina asoyên nû yên aborî û dîplomatîk de dike.

Li gorî raporên medyayên wekî Daily News Egypt, Xinhua û Egypt Today, mijarên aborî di serê rojeva hevdîtinan de bûn. Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî pêşniyar kiriye ku Herêma Kurdistanê sûdê ji ezmûna kompanyayên Misrî wergire, bi taybetî di sektorên "enerjî û binesaziyê" de.

Sîsî soz daye Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku kompanyayên welatê wî dikarin projeyên bi qalîteya bilind û bi lêçûneke guncav li Herêma Kurdistanê pêk bînin.

Malpera Middle East Online di raporeke berfireh de bal kişandiye ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Kurdistanê û destnîşan kiriye ku Herêma Kurdistanê "parçeyekî aram û geşedayî yê Iraqê ye." 

Di raporê de hat gotin ku her çend Bexda di nava proseyên siyasî yên aloz de be jî, serkirdayetiya Kurdistanê kariye pêwendiyên dostane bi Tirkiye û welatên Kendavê re ava bike. Herwiha hat diyarkirin ku Hewlêr wekî navendeke giring a dîplomasiyê ku Konsulxaneya Mezin a Amerîkayê lê ye, roleke stratejîk di herêmê de dilîze.

Medyayên Misrî yên wekî Ahram Online û The Egyptian Gazette bal kişandin ser aliyê ewlehiyê yê civînê. Li gorî agahiyan, Sîsî pesna "hevahengiya ewlehiyê ya bihêz" a di navbera dezgehên Misrê û Herêma Kurdistanê de kiriye.

Malpera fermî ya dewleta Misrê State Information Service jî ragihand, Misr bi temamî piştgiriya hewlên Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêmê yên ji bo çespandina aştiyê û têkoşîna dijî terorê dike.

Di warê aborî de, çavkaniyan amaje bi geşbûna bazirganiya di navbera her du aliyan de kir. Li gorî amaran, qebareya bazirganiya di navbera Misr û Iraqê de (ku Herêma Kurdistanê jî di nav de ye) di sala 2024an de gihîştiye 1.1 milyar dolarî.

Serdana Mesrûr Barzanî ji aliyê ajans û dezgehên navdar ên wekî Al-Ahram, Youm7, Al-Watan, Al-Dostour, Sawt Al-Umma, Bahrain News Agency, Africa24 û kanala Al-Hayat ve bi berfirehî hat şopandin. Ev serdan wekî pêngaveke stratejîk tê dîtin ku Kurdistanê ne tenê wekî hevparê ewlehiyê, lê wekî derîyê herî giring ê veberhênanê ji bo Misrê dide naskirin.