Dîndar Zêbarî: Plana nû ya mafên mirovan pabendbûna Kurdistanê bi standardên cîhanê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku, hikûmetê pêngavên kiryarkî ji bo danana plana bê ya mafên mirovan ji bo salên 2026-2030 dane destpêkirin.
Ev ragihandin di çarçoveya komxebateka taybet de hat, ku îro (Sêşem, 23.12.2025) ji bo nirxandina destkeftiyên plana berê û diyarkirina serpişkiyên nû li gorî guhertinên wê qonaxê hatibû rêkxistin.
Di wê çalakiyê de, ku bi hevahengiya Rêxistina Hawarhatinê ya Neteweyî (PAO) û bi piştgiriya Tora Hevpeymaniya kêmaniyên Iraqê (AIM) hat lidarxistin, Dîndar Zêbarî bal kişand ser girîngiya plana tevgir a salên 2021-2025 û amaje da ku, ew plan ne tenê bernameyeka îdarî bûye, belkî wekî destkeftiyeka girîng a siyasî û ewlehiyê roleka bingehîn di xurtkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li ser asta navneteweyî û nîşandana pabendiyên hikûmetê bi bingehên demokratîk re lîstiye.
Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî ron jî kir ku, wan di dema bicihanîna plana berê de bi sedan lihevguhertinên Zanyaran bi hevparên navneteweyî re kirine. Herwesa ji bo piştrastbûna ji çawaniya bicîhanîna raspardeyan, 10 rêkarên nû hatine derxistin û ji aliyên peywendîdar re hatine şandin da ku wê pêvajoyê bilezînin, ji ber ku reform di rewşa mafên mirovan de wekî pêvajoyeka berdewam û bêrawestan tê hesibandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên borî de bi awayekê çalak tevlî mehfelên navneteweyî bûye, xasma jî di civînên gera tevgir a Neteweyên Yekgirtî de, ku tê de bi rêya gotara fermî rewşa mafên mirovan ji civaka navneteweyî re ron kiriye.
Plana nû ya salên 2026-2030 dê bi rengekî bê danan ku, hemî pirsên serpişk û raspardeyên navneteweyî vebigire.
Zêbarî tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê ji ber baweriya wê ya temam bi bingehên cîhanî û nirxên mirovî re ji hêla gelek navendên navneteweyî ve wekî mînakeka serketî li deverê tê dîtin û hikûmet jî dê li ser vê rêyê berdewam be, da ku rewşa mafan û guncandina wan bi pîverên cîhanî re baştir bike.