Serokerkanê Pêşmerge û Serokerkanê artêşa Îtalyayê pêşxistina alîkariyên leşkerî nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngaveka nû de ji bo xurtkirina jêrxaneya leşkerî ya Herêma Kurdistanê û biserxistina projeya yekkirina hêzan, desthilata leşkerî ya herî bilind a Îtalyayê li Hewlêrê pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştgiriya lojîstîkî û şêwirmendiyê piştrast kir û Pêşmerge wekî hevparên sereke û cihê bawera civaka navneteweyî di parastina Ewlehiya deverê de wesif kir.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokerkanê Îtalyayê General Luciano Portolano û Balyozê Îtalyayê li Iraqê Nicolo Fontana kir.

Li gorî ragihandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de tekez li ser xurtkirina hevahengiyan û berdewamkirina pêvajoya reformê di nav hêzên Pêşmergeyan de hat kirin.

Di wê civînê de, ku îro (Sêşem, 23.12.2025) hat lidarxistin, her du aliyan behsa asta hevkariyên di navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îtalyayê de kir, nîqaşan xasma bal kişand ser pêşxistina warên şêwirmendiyê, meşq û rahênan û lihevguhertina şarezahiya leşkerî, ji bo zêdetir pêşvebirina şiyanên Pêşmergeyan.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge spasî û rêzên wezareta xwe ji bo rola bibandor a şêwirmendên Îtalyayê anî ziman û ragihand: “Herêma Kurdistanê bi girîngî li wan alîkariyan dinêre, xasma jî ku Îtalya di Hevpeymaniya Navneteweyî ya şerê li dijî terorê de welatekê sereke ye. Amaje jî da ku, piştgiriya Îtalyayê di dema borî de di warên lojîstîk û perwerdeyê de û niha jî di pêvajoya reformê de cihê girnîgiyeka mzin e.

Her di çarçoveya vê serdanê de, General Luciano Portolano serdana hêzên welatê xwe li Balafirxaneya Hewlêrê kir û bi tîmên wan ên leşkerî re civiya. Serokerkanê Îtalyayê destxweşî li şêwirmendên welatê xwe kir û herwesa pesna asta bilind a pîşeyî ya hêzên Pêşmergeyan da.

Navbirî amaje jî da ku, ew pêşketina di warê perwerde, rêxistin û yekkirina hêzan de di çarçoveya pêvajoya reformê de peyda bûye nalkêş e, herwesa rola Pêşmergeyan di parastina ewlehî û aramiya deverê û berqerarkirina aramiyê de bilind nirxand.