Şanda PDKê li Bexdayê bi Hadî Amirî re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya danûstandinkar a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraqê de, ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya.
Şandeya PDKê îro 24ê Berçileyê li Bexdayê ligel Hadî Amirî civiya. Mijara sereke ya civînê, nirxandina encamên hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Iraqê û mekanîzmaya avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal bû.
Şandeya PDKê ya ku ji êvara 22ê Berçileyê ve li Bexdayê ye, di hevdîtinên xwe de tekeziyê li ser pişka Kurdan di hikûmeta bê de û pişka PDKê wekî serkeftiyê yekem ê hilbijartinan dike.
Şandeya PDKê ji roja gihîştina xwe ya Bexdayê ve, bi gelek serkirde û berpirsên bilind ên Şîe û Sunne re civiyaye, wek: Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî, Serokê Tevgera Hikme Emar Hekîm û Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî.
Ev serdana PDKê di demekê de tê ku piştî hilbijartinên 11ê Mijdarê, aliyên siyasî hewil didin "bloka herî mezin" a parlamentoyê ava bikin û postên siyadî dabeş bikin.
PDK wekî hêza yekem a li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê, di van danûstandinan de li ser bingeha sê prensîbên sereke tevdigere: Hevsengî, Hevbeşî û Lihevkirin.
Tê çaverêkirin ku ev hevdîtin bandoreke rasterast li ser diyarkirina Serokkomarê nû û misogerkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di hikûmeta dahiya ya Iraqê de bikin.