Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 24.12.2025) di peyamekê de daxwaza cejneka pirî xêr û xweşî ji bo Xiristiyanan kir û got: “Di vê helkeftê de, em pabendbûna xwe ya neguher bi parastin û pêşvebirina nirxên pêkvejiyana aştiyane û biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de tekez dikin.”
پیرۆزبایی جەژنی لەدایکبوونی حەزرەتی مەسیح لە کریستیانانی کوردستان و عێراق و جیهان دەکەم و هیوای جەژنێکی پڕ لە خێر و خۆشگوزەرانییان بۆ دەخوازم.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) December 24, 2025
لەم بۆنەیەدا، پابەندبوونی نەگۆڕمان بە پاراستن و بەرەوپێشبردنی بەیەکەوەژیان و تەبایی نێوان پێکهاتەکانی هەرێمی کوردستان دووپات دەکەینەوە.
Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Mesîh (silavên Xudê li ser bin), ez germtirîn pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û cejneka pirî xêr û xweşî ji wan re dixwazim.
Di vê helkeftê de, em pabendbûna xwe ya neguher bi parastin û pêşvebirina nirxên pêkvejiyana aştiyane û biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de tekez dikin.
Cejna we pîroz be û her bi şahî û tenduristî bijîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
24.12.2025