Şanda Hemasê û Wezîrê Dervey ê Tirkiyeyê pirsa Xezzeyê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeka bilind a Tevgera Hemasê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re civiya û her du aliyan pirsa Xezzeyê û pêvajoya bidestxistina yekrêziya neteweyî ya Filistînê nîqaş kirin.

Di çarçoveya bizavên dîplomatîk ên çespandina agirbestê de, şandeka bilind a Tevgera Hemasê bi serokatiya Xelîl Heye yê serokê wê tevgerê li Kertê Xezzeyê îro (Çarşem, 24.12.2025) li Enqereyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya. Mijara sereke ya wê civînê nirxandina mekanîzma bicîhanîna peymana bidawîanîna şer û nîqaşkirina rewşa mirovî bû.

Li gorî ragihandina fermî ya Tevgera Hemasê, Xelîl Heye di wê civînê de tekez li ser pabendbûna tevgera xwe bi hemî bendên peymana agirbestê re kir.

Heye herwesa haydarî li ser berdewamiya binpêkirin û êrîşên Îsraîlê li ser Xezzeyê da û got: "Armanca Îsraîlê ew e ku astengiyan ji bo qonaxa duyê ya peymana agirbestê çê bike û hevfêmkirinên ku heta niha hatine bidestxistin têk bibe."

Şanda Hemasê di derheqa rewşa mirovî ya karesatbar li kertê Xezzeyê de nîgeraniya xwe anî ziman ku, qebareya alîkariyan li gorî asta herî kêm a hewcedariyan nîne. Heye di vî warî de jî ron kir: "60% ya wan barhilgirên ku Îsraîl destûrê dide ku biçin hundir tenê kelûpelên bazirganî ne û ne alîkariyên mirovî û hawarhatinê ne."

Li gorî gotina Serokê Tevgera Hemasê, vê siyasetê wesa kiriye ku piraniya şêniyên kertê Xezzeyê ji mafê bidestxistina pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, derman û çadiran bêpar bibin.

Di pareka din a wê civînê de, pêşveçûnên kenarê Rojava û Qudsê jî hatin nîqaşkirin. Şanda Hemasê herwesa bal kişand ser reftarên Îsraîlê li beranberî gelê Filistînê û pîroziyên Îslamî û Xiristiyanan.

Ji aliyekê din ve jî her du aliyan pêvajoya bidestxistina yekrêziya neteweyî ya Filistînê nîqaş kir, wekî pêngaveka stratejîk ji bo rûbirûbûna planên ku armanca wan "tunekirina doza Filistînê" ye.