Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê rewşa deverê nîqaş kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îmaratê rewşa deverê nîqaş kir û tekez li ser girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî ji bo parastina aştî, aramî û tenahiya deverê kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdila bin Zayîd Al Nehiyan îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) danê êvarê bi rêya telefonê peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, di wê peywendiyê de rewşa giştî ya deverê û bi taybetî ya Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê û şer û aloziyên dawiyê yên van çend rojên dawiyê hatin nîqaşkirin û her du aliyan nîgeraniya xwe ya zêde li ser êrîşan û zêdebûna şer û aloziyan anî ziman.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: Mesrûr Barzanî û Şêx Ebdila bin Zayîd Al Nehiyan girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî ji bo parastina aştî, aramî û tenahiya deverê, kêmkirina aloziyan û dûrxistina gef û xeteran tekez kir.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.
لەگەڵ برای بەڕێزم شێخ عەبدوڵلا بن زاید ئال نەهیان، دۆخی گشتیی ناوچەکە و بە تایبەت دەوڵەتی ئیمارات و عێراق و هەرێمی کوردستان و دوایین شەڕ و ئاڵۆزییەکانی ئەم چەند ڕۆژەمان تاوتوێ کرد و نیگەرانیی خۆمان لە هێرش و پەرەسەندنی شەڕ و گرژییەکان دەربڕی.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 4, 2026