li Urmiyê di êrîşeke asmanî de heft kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka û Îsraîlê êrîşî parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê kir, û di encamê de heft kes hatin kuştin.
Medyaya Îranê îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) ragihand ku, ji ber êrîşeke Amerîka û Îsraîlê li ser parêzgeha Urmiyê ya rojhilatê Kurdistanê, herî kêm heft kes hatine kuştin.
Medyaya Îranê eşkere jî kir ku, ew êrîş li ser devereke xwecihbûnê ya biqerebalix a parêzgeha Urmiyê hatiye kirin û di encamê de heft kes hatine kuştin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.