Bursaspor ji ber drûşmên xwe yên li dijî Leyla Zana hat cezakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Yaneya Bursasporê ya Tirkiyeyî ji ber drûşmên alîgirên xwe yên li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi heşt hezar dolaran hat cezakirin.
Lijneya dîsîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê biryar da ku ji ber dirûşmên wan ên di yariya wan a dawiyê de, Bursaspor bi 342 hezar lîreyên Tirkî ku dibin heşt hezar dolarên Amerîkayî ceza bike.
Berî neh rojan, ji ber ku alîgirên Bursasporê di yariya xwe ya li gel Somasporê de li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana dirûşmên nexweş bilind kirin, li ser torên civakî rastî gelek bertekan hat.
Parlamenterê IYI Partiyê Mihemed Mustafa Gurban li şûna Bursasporê cezayê wê da û fatûreya peredana bi Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand.