Li Hewlêrê 2emîn Festîvala Wêjeyî ya Kurdistana Mezin hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê, bi beşdariya helbestvan, nivîskar û rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê "2emîn Festîvala Wêjeyî ya Kurdistana Mezin" hat lidarxistin. Festîval wekî derfetekê ji bo hevdîtina pênûsên Kurdî û naskirina wêjeya parçeyên cuda hat dîtin.
Şêwirmendê festîvalê Seyd Husên Berzincî derbarê armanca vê çalakiyê de ragihand, wan xwestiye dengê wan helbestvanên ku salan e di quncikên malên xwe de dinivîsin lê nehatine naskirin, bigihînin raya giştî.
Berzincî destnîşan kir jî, festîval hem bi awayekî onlîne (serhêl) û hem jî bi awayekî meydanî li salonan hat birêvebirin da ku xizmeta hemû hunermendên Kurd bike.
Helbestvana ji Rojavayê Kurdistanê Tara Îbo hestên xwe yên li ser festîvalê parve kirin û diyar kir, ev çalakî dibe sedem ku Kurdên her çar parçeyan hizr û ramanên hevdu hîn çêtir nas bikin. Tara Îbo weha got: "Em li vir hevdu nas dikin, ji hevdu fêr dibin û herî giring jî, em bi yekdengî behsa êş û xeyalên xwe dikin."
Nûnerê Bakurê Kurdistanê Denîz Dargul bal kişand ser giringiya tevlîbûna nifşê nû di nava wêjeya Kurdî de. Dargul got: "Di vê festîvalê de hem helbesta klasîk û hem jî ya modern hatin gotûbêjkirin. Tişta herî xweş ew e ku em dibînin genc û nifşê nû bi kelecaneke mezin li wêje û çanda xwe xwedî derdikevin. Ev yek ji bo paşeroja ziman û edebiyata me gavaneke pir giring e."
Herwiha nûnerê Rojhilatê Kurdistanê Wesîm Mehdawî da xuyakirin, her çend di destpêkê de beşdariya wan zêdetir bi rêya înternetê bûye jî, di dawiyê de wan karî ye bi awayekî fîzîkî li Hewlêrê amade bibin. Wî bal kişand ser nakokiyên sînoran û astengiyên siyasî, lê tekez kir ku "pênûs û wêje sînoran nas nakin."
Festîval bi xwendina helbestan û pêşkêşkirina berhemên hunerî bi dawî bû. Çalakvanên çandî vê festîvalê wekî "Pira Rewşenbîrî ya Kurdistana Mezin" pênase dikin.