Hişyariya Keşnasiyê: Li Diyarbekir û derdorê pleya germê dadikeve -7’an

Diyarbekir (K24) – Rêveberiya Keşnasiyê ya Herêma 15emîn, ji bo Diyarbekir û derdorê wê hişyariyeke giring a "sir û sermayê" belav kir. Li gorî pêşbîniyan, pleya germê dê heta -7 pileyan dakeve û baran û berf dê herêmê bixe bin bandora xwe.

Navenda Pêşbînî û Hişyariyê ya Keşnasiyê ragihand, ji roja Înê (26ê Kanûna Pêşîn a 2025an) û vir ve, hewayeke sar û baranê li Diyarbekir û bajarên cîran dest pê kiriye. Tê pêşbînîkirin ku ev rewşa neasayî heta saet 10:00ê ya 2ê Rêbendana 2026an berdewam bike.

Hat diyarkirin ku barîna baranê dê ji îro 27ê Berçileyê de hîn gurtir bibe. Li gorî raportê, baran dê li hinek deveran bi şêwazê sîliyoyê (baran û berf tevlihev) û li herêmên bilind jî bi şêwazê berfê bibare.

Li gorî daneyên keşnasiyê, pleya germê ya ku niha di ser normên demsalê re ye, dê ji 28ê Berçileyê pê ve li seranserê herêmê di navbera 4 heta 10 pileyan de dakeve. Tê çaverêkirin ku li hinek deveran germahî bi şev dakeve heta -7 pileyan û ev sermaya dijwar dê hefteya bê jî berdewam bike.

Hişyariya keşnasiyê ne tenê ji bo Amedê, lê bi giştî ji bo 60 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye dayîn. Rayedaran daxwaz ji welatiyan kir ku li hemberî qeşagirtinê, mijê û astengiyên di hatûçûnê de hişyar bin û tedbîrên pêwîst bigirin.