Baroya Diyarbekirê: Pakêta 11. ne pakêta pêvajoyê ye
Diyarbekir (K24) – Paketa Darazê ya 11. Ket meriyetê û bi vê gavê jî tê pêşbînîkirin ku bi edhhezaran girtî ji girtîgean derbikevin. Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê dibêjin gaveke erênî ye lê kêm e. Baroya Diyarbekir dide zanîn ku pakêta 11. Ne derbarê pêvajoyê de ye û divê sala nu de derbarê pêvajoyê de jî pakêtek taybet a pêvajoyê were derxistin.
Bi Pakêta Darazê ya 11. 3 sal ji sizayên girtiyan hat daxistin û bi vê yekê 45 hezar girtî dê ji girtîgehan derbikevin. Pakêt tawanên beriya 31ê tîrmeha 2023yê li xwe digire û tawanên wek destdirêjî, teror, kuştina jin û zarokan û tawanên erdhejê derveyî vê pakêtê ne. Baroya Diyarbekirê derbarê pakêtê de dibêje têkiliya vê pakêtê û pêvajoyê bi hevre nîne û divê demeke nêz de bo pêvajoya çareseriyê jî pakêtek taybet were derxistin.
Serokê Baroya Diyarbekir Abdulkadîr Guleç ji K24ê re got: “Me dixwest ku yasaya dijî terorê jî bikeve ber vê pakêtê lê mixabin nakeve ber, her wiha di warê yasaya înfazê de jî kêmasiyên vê pakete hene.”
Hiqûqnas balê dikêşin ku pakêta darazê ya 11. ku wek pakêta darazê ya covîd 19 jî tê zanîn gavek erênî ye û didin zanîn ku kesên ji girtîgehan derbikevin jî dê li gorî dema hatî destnîşankirin di bin çavdêriya dadî de bin û wê werin kontrolkirin.
Mafnas Mihemed Dara Akar dibêje: “Dema kovîd19 de girtîgeh tije bûn û li gorî şert û mercan pêdivî çêbu ku rêkupêkiirnek yasayî çêbe ku wê demê ev pakêt hatibû amadekirin lê hinek nerazîbûn hebûn û niha ew tên sererastkirin li gorî wê jî ev pakêt hat derxistin.”
Hiquqnasên bakur dibêjin dawiya 2025ê de pakêta 11 hat derxistin û tê pêşbînîkirin ku sala 2026ê de jî dema komisyona hevgirtina neteweyî biratî û demokrasiyê rapora encamê amade bike li gorî wê jî pakêta 12. Derbarê pêvajoyê de be.