Li Tirkiyeyê nirxê çerezatan ji sedî 100 giran bûye
Stenbol (K24) – Welatiyên Tirkiyeyê wekî çend salên dawî, îsal jî bi dilşikestî û zehmetiyên debara jiyanê pêşwaziyê li sala nû dikin. Gelek welatî ji ber giraniyê serê salê dê ne li derve dê li mala xwe pîroz bikin. Lê yek ji xorakên herî diyar a sifreyên serê salê çerezat ji 100 heta 200 giran bûye. Yên ku ji rewşê herî zêde bigazind in, xanenişîn in ku mûçeyên wan kêmtir e ji asta birçîbûnê.
Wekî her berî serê salê, Sûka Misrê ya li Emînonuyê dîsa qelebalix e, welatiyên ku dê serê salê li mala xwe pîroz bikin ji niha ve serdana bazarê kirine.
Lê helawsana li Tirkiyeyê tam di bazarê û serê salê de nehiştiye. Yek ji xorakên herî diyar a sifreyên serê salê çerezat li gor cûreyên xwe ji sedî 60 heta ji sedî 200 giran bûye. Ev yek karê çerezfiroşan jî sist kiriye.
Çerezatfiroş Taylan Bayram: Yên ji vê giraniyê herî zêde bi gazind in xanenişîn in û dil tije xem lê bêrîk vala pêşwaziya serê salê dikin.
Welatî: “Ma serê salê bo çi ye ji me re? Ma berê wisa bû. Berekt hebû bereket. Dema me tişt dikirî me bi têra xwe dikirî û em hemû malbat li dora hev kom dibûn. Îro kîloya findeq bûye hezar, fisteq bûye du hezar lîre. Vaye tu nabînî min 100 gram kiriye. Ev dê têra kê bike têra kê neke. Me pare niye û em birçî ne. Em bi zikê birçî û xem pêşwaziya serê salê dikin.”
Welatî: “Me berê bi kîloyan çerezat dikirî. Lê niha em tenê temaşe dikin. Madem em nikarin zikê têr bikin, qet nebe bila çavên me têr be. Jixwe em nikarin fisteq, gwîz, findeq û kajû bikirin. Ew gelek biha ne. Ji berk u nok erzan e, em nok dikirin û bi mehîjan dixwin.”
Ji bilî helawsanê yek ji sedemên herî diyar a giranbûna çerezatê, bûyerên cemedê yên sala borî ye. Sala borî li gelek bajarên bakurê Kurdistanê cemed çêbûbû û berhem kêm bû. Ev e jî bûbû sedem ku nirxê fisteq û mijmijan du û sê qat giran bibe.