Termên Serdarê Artêşa Lîbyayê û hevalên wî ji bo Terablusê hatin vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Termên Serdarê Artêşa Lîbyayê Mihemed Hedad û hevalên wî gihîştin Balafirxaneya Navneteweyî ya Terablusê, ew jî çar rojan piştî ku balafira wan li welatê Tirkiyeyê ket û ew di wê bûyerê de mirin.

Termên Serdarê Artêşa Lîbyayê Mihemed Hedad û her çar hevalên wî îro (Şemî, 27.12.2025) di merasîmeka behîdariyê ya fermî de bi rêya Balafirxaneya Navneteweyî ya Terablusê ji bo Lîbyayê hatin vegerandin.

Berî vegerandina termên wan ji bo Lîbyayê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler serperiştiya merasîmeka leşkerî ji bo xatirxwasitna ji termên qurbaniyan, wekî rêzekê ji bo pêgeha leşkerî ya hevalên xwe yên Lîbyayî, li dar xist.

Serdarê Artêşa Lîbyayê Mihemed Elî Hedad û şanda pê re li roja Sêşem (23.12.2025) bi merema çend civînan serdana Tirkiyeyê kiribû. Her wê şevê saet 8:10 ew û hevalên xwe li Balafirxaneya Îsenboxayê ya Enqereyê ber bi Terablusê ve bi rê ketibûn.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ew balafir piştî demeka kêm ji firînê ji ber arêşeyeka teknîkî ketibû û hemî swarên wê miribûn.