Soran; 21 şivankar û 300 serên caneweran ji nav berfê hatin rizgarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - 21 şivankar û 300 serên caneweran ji nav berfê hatin rizgarkirin, piştî ku li zozanên devera Lolanê ya girêdayî Rêveberiya Serbixwe ya Soranê di nav berfê de asê mabûn.
Piştî ku du rojan li zozanên devera Lolanê ya girêdayî Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ji ber berf û sermayê asê mabûn, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê îro (Duşem, 29.12.2025) di daxuyaniyekê de ragihand ku, wan bi alîkariya aliyên peywendîdar komeka şivankaran rizgar kiriye.
Li gorî zanyarên Berevaniya Şaristanî ya Soranê, kesên ku hatine rizgarkirin heşt welatiyên Herêma Kurdistanê û 13 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bûn, herwesa 300 serê caneweran jî bi wan re bûn. Piştî rizgarkirina wan jî, ew niha ber bi qezaya Sîdekanê ve çûne û rewşa wan a saxlemiyê binecih e.
Pêla berf û baranan a dijwar wekî her sal bandoreka zêde li deverê kiriye û çend welatên deverê vegirtine. Herêma Kurdistanê jî ji wê bandorê bêpar nebûye. Ji ber befra îsal, rêyên gelek gundan hatine girtin û berdewam bizav ji bo vekirina wan rêyan tê kirin.
Li parçeyên din jî yên Kudistanê rewş wesa ye. Komeka kolberan jî li roja Înê (26.12.2025) dema ku ji devera Mîrawayê ya sînorî ya girêdayî bajarê Serdeştê derbaz dibûn, keftin ber reniya befrê. Ji ber giraniya wê bûyerê û keşûhewayê xirab, çar Kolber di bin befrê de asê bûn.
Çavkaniyan piştrast kir ku, di wê bûyerê de du Kolber mirine û du yên din jî birîndar bûne û kolberên birîndar di bin çavdêriyê de ne.