Li Diyarbekirê bo hemû dibistanan betlaneya berfê hat ragihandin

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji ber barîna berfê, bi awayeke giştî li hemû dibistanan xwendin bo 1 rojê hat rawestandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku ji ber barîna berfa zêde li tevahiya bajêr dibistanên fermî û taybet bo 1 rojê xwendin hatiye rawestandin. Bo saziyên fermî yên dewletê jî hatiye amajekirin ku fermanbarên ducanî û fermandarên astengdar jî wek bidestûr dê werin hesibandin.

Tê pêşbînkirin ku heta derengê şeve jî li Diyarbekirê befir berdewam be û li gorî rewşê jî eger pêwîst were dîtin dê betlaneya fermî were dirêjkirin.

Li Diyarbekirê, li gelek deveran ji ber barîna berfê rê hatin giritn, qezayên trafîkê rû dan û otobêsên rêwiyan di rê de man.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir jî bang li welatiyan kir ku heta neçar nemînin bila bi erebeyên xwe dernekevin trafîkê.