Leyla Zana li yarîgehê yariya Amedspor-Igdirsporê temaşe kir
Diyarbekir (K24) - Di yariya Amedspor û Igdirsporê de heskirinek mezin û girseyî bo Leyla Zana hat nîşandan, ku Rêveberiya Amedsporê bo xwedîlêderketina Leyla Zana yariya Igidrsporê bo jin û zarokan wek bêpere ragihandibu. Di yariyê alîgirên Amedsporê diruşmeya Leyla Zana rumeta me ye berz kir.
Piştî ku alîgirên Bursasporê bêrêzî li Leyla Zana kirin, Amedsporê bo xwedîlêderketina li Leyla Zana yariya Amedspor-Igdirsporê bo jinan wek bêpere ragihand û Leyla Zana jî bo wê yariyê hat vexwendin.
Leyla Zana vexwendin qebul kir û li yarîgehê bi alîgirên Amedsporê re li yariyê temaşe kir. Ji destpêka yariyê heta dawiya yariyê, alîgirên Amedsporê heskirinek mezim nîşanî Leyla Zana da û diruşmeyên wek Leyla Zana rûmeta me ye hatin bilindkirin.
Di encama yariyê de jî, Amedspor hember Igdirsporê 3-0 bi serket û rêza serokatiya lîga yekem bi dest xist.