Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên 3 hezar gundan hatin girtin
Diyarbekir (K24) – Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê pêleke sar û berfê bi bandor dibe. Ji ber barîna berfê ya dijwar, bi taybetî li parêzgehên wekî Amed, Wan, Sêrt, Şirnex, Êlih, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê jiyan bi temamî paratîze bûye. Li gorî agahiyên dawî, li seranserê herêmê li zêdetirî 20 bajaran rêyên zêdeyî 3 hezar gund, navçe û bajarokan hatine girtin.
Tîmên şaredariyan di tevgerê de ne
Ji bo vekirina rêyên girtî, tîmên Şaredariyan û Rêveberiyên Taybet ên Parêzgehan bi sedan wesayîtên berfmalînê û bi hezaran karmendan ketine tevgerê. Tîm bi şev û roj dixebitin da ku rêyên sereke û navendên niştecihbûnê ji berfê paqij bikin û rê li ber hatûçûnê vekin.
Perwerde û geştên asmanî hatin rawestandin
Ji ber xirabiya şert û mercên hewayê, li gelek bajaran di nav navenda bajaran de jî çûnûhatin zehmet bûye. Ji ber vê yekê, li gelek deveran dibistan hatin tetîlkirin û perwerde ji bo demekê hat rawestandin. Herwiha li balafirgehên herêmê gelek geştên asmanî ji ber mij û berfa zêde hatin betalkirin.
Ji bo nexweşan operasyonên taybet
Li gundên ku rêyên wan girtî ne, welatiyên nexweş bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Tîmên tenduristiyê bi alîkariya wesayîtiyên taybet (ambûlansên paletî) xwe dighînin gundan û nexweşan vediguhêzin nexweşxaneyên li navenda bajaran.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku heta neçar nebin bi wesayîtên xwe dernekevin derve û li hemberî metirsiya herifîna berfê baldar bin.