Ocalan: Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û Şamê de kilîta çareseriyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di peyama xwe ya sala nû de bal kişand ser qeyrana Sûriyeyê û daxwaz kir ku ‘Peymana 10ê Adarê’ ya di navbera HSD û Şamê de were cîbicîkirin. Ocalan herwiha bang li Tirkiyeyê kir ku di pêvajoya çareseriyê de roleke "avaker û hêsankar" bileyize.

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a derbarê sala nû de belav kir. Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir, li Sûriyeyê tabloyekî "kaotîk" heye û feraseta rêveberiya "yekperest" a ku bi salan xwe li ser zext û înkarê ava kiriye, êdî nikare berdewam bike. 

Ocalan bal kişand ser girîngiya lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de û wiha got: "Di navbera HSD û rêveberiya Şamê de Peymana 10ê Adarê hatibû îmzekirin. Ev peyman modeleke siyasî ya demokratîk e ku hemû gel û netewe bi hev re xwe bi rê ve bibin. Cîbicîkirina vê peymanê dê zemîna entegrasyoneke demokratîk bi rêveberiya navendî re amade bike û pêşiya pêvajoya çareseriyê veke."

Di beşeke din a peyama xwe de, Abdullah Ocalan bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku li hemberî geşedanên li herêmê ji diyalogê re vekirî be. Ocalan daxwaz kir ku Tirkiye nebe asteng, berevajî wê "roleke hêsankarî û avaker" di navbera aliyan de bibîne da ku aştiyeke mayînde pêk were.

Ocalan diyar kir ku dîroka nûjen a Rojhilata Navîn bi şer û hilweşînan re derbas bûye û ew vê wekî "şoreşa neyînî" pênase dike. Wî wekî alternatîf "şoreşa erênî" pêşniyar kir û got: "Şoreşa erênî ji nû ve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî ye. Aştiya ku em bi israr diparêzin divê nebe encam, divê bibe destpêkeke nû. Ev yek dê kîn û dijminatiyê ji holê rake."

Peyama Sala Nû: Bila bibe sala lihevkirina demokratîk

Abdullah Ocalan di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku sala 2026an nebe sala şer û cihêkariyê, lê bibe sala îradeya hevpar a gelan. Ocalan got: "Daxwaza min ew e ku sala nû li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bibe sala aştî û azadiyê. Ez sersala hemû dost û gelên ku têdikoşin pîroz dikim."