Larîcanî: Zêdetir ji 500 serbazên Amerîkayî hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku, Serokê Amerîkayê gelê xwe qurbanî Îsraîlê kiriye. Eşkere jî kir ku, di çend rojên borî de zêdetir ji 500 serbazên Amerîkayî hatine kuştin. Herwesa bi rengekê fermî gef kirin ku tola kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî vekin.
Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî îro (Çarşem, 4ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump ji ber "reftarên bêaqilane yên Benjamin Netanyahu” gelê Amerîkayê kişand nav şerekî "necamêrane û nerewa" li dijî Îranê.
Larîcanî di peyama xwe de amarek jî pêşkêş kir û got: Divê Trump îro ji xwe bipirse; Piştî ku di van rojên kêm de zêdetir ji 500 serbazên Amerîkayî hatine kuştin, gelo drûşma "Amerîka li pêşî hemiyan e" hîn jî heye, an jî bûye "Îsraîl li pêşî hemiyan e?"
Serokê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê di pereke din a peyama xwe de haydarî da ku şer berdewam e û got: Çîrok hîn bi dawî nebûye. Şehîdbûna Îmam Xamineyî dê xûkeke gelek giran ji bo we hebe.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.