Husên û Evîn Kakayî li Belcîkayê pêşangeheke hevbeş a hunerî vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekar û xwenivîsê Kurd Husên Kakayî li welatê Belcîkayê pêşangeheke taybet a şêwekariyê vekir. Pêşangeha ku 6 rojan berdewam kir, bala hezaran hunerhezan kişand ser xwe.
Hunermend Husên Kakayî derbarê pêşangeha xwe ya li Belcîkayê de ji Kurdistan24ê re ragihand, di vê çalakiyê de wî komek tablo, berhemên xwenivîsiyê û teknîkên grafîkî pêşkêş kirine. Di pêşangehê de hevjîna wî, hunermend Evîn Kakayî jî bi berhemên xwe yên hunerî beşdar bû.
Husên Kakayî diyar kir, berhemên wî berdewamiya hunera raborî û ya îro ne û got: "Ev pêşangeh pira çandî ye di navbera Rojhilat û Rojava de. Li Ewropayê em dikarin bi rêya ciwaniya bîrdozî, teknîk û hunerê bala hunerhezan bikişînin. Hezaran kesan serdana pêşangehê kir û tabloyan bala wan gelekî kişand."
Kakayî bal kişand ser kariyera xwe ya li Ewropayê û destnîşan kir ku ew zêdetirî 30 sal e li Belcîkayê berhemên xwe nîşan dide û heta niha beşdarî gelek pêşangehên taybet û komî bûye.
Husên Kakayî kî ye?
Hunermend Husên Kakayî sala 1959an li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye û di sala 2009an de Peymangeha Hunerên Ciwan qedandiye; wî destpêka kariyera xwe ya hunerî di sala 1982an de bi vekirina yekemîn pêşangeha xwe ya taybet li Kerkûkê kir û ji ber ked û xebatên xwe, di sala 2021ê de li Belçîkayê ji aliyê Dezgeha Çandî ya VOMê ve bi 'Xelata Afirandina Tevahiya Jiyanê' hat xelatkirin.