Şaxewan Ebdila: Parastina posta Cîgirê Serokê Parlamentoyê bo pûçkirina planên dijî Herêma Kurdistanê bû

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaxewan Ebdila ragihand: “Sedema sereke ya israra PDKê li ser parastina posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê pêşîgirtina li bi dehan planên navxweyî û derveyî bû, ku li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê dihatin kirin.”

Şaxewan Ebdila di daxuyaniya xwe ya yekê de, piştî hilbijartina Berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferhad Etrûşî ji bo Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê, tekez kir: “PDK wekî hêza yekê dê mafên xwe biparêze, da ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê misoger bike.”

Şaxewan Ebdila îro (Sêşem, 30.12.2025) di konferanseka rojnamevanî de li Bexdayê û di nav avahiya Parlamentoya Iraqê de got: “Ev post ji bo wan ne tenê pile ye, belkî sengerek bûye ji bo berevaniyê û wan kariye bi wê rêyê gelek bizavan rawestînin, ku armanca wan êrîşkirina li ser qewareya Herêma Kurdistanê bû.”

Navbirî amaje jî da ku, serkeftina Ferhad Etrûşî ji bo vê postê dê berdewamiya wan karan be yên ku PDKê di dema borî de ji bo gelê Kurdistanê kirine.

Di derheqa mijara Serokkomarê Iraqê de jî ron kir ku, yekalîbûna posta Cîgirê Serokê Parlementoyê tu bandoreka neyînî li ser posta Serokkomar nake, ji ber ku ew post her para PDKê bû, û bi piştgiriya zêdetirî 1,150,000 dengan, mafê PDKê heye ku mafên xwe yên qanûnî û siyasî li Bexdayê biparêze.

Di pareka din a axaftina xwe de jî bi awayekê nerasterast rexne li helwesta aliyên din ên Kurdî kir û amaje da: “PDK û Serok Barzanî bi xwe her gav ji bo yekrêziya di navbera aliyan de, xasma jî bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê re, pêşeng û dilovan bûn.”

Behsa wê yekê jî kir ku, PDKê gelek caran dest ji mafên xwe berdaye tenê da ku navmala Kurdan yek be, lê aliyên din bersiva wan daxwazan nedaye. Herwesa hêvî kir ku, di paşerojê de hemî alî li Bexdayê yekdeng bin da ku Kurd bihêz bimînin.

Ev daxuyaniyên Şaxewan Ebdila piştî wê yekê tên ku, Parlementoya Iraqê di gera sêyê ya dengdanê de Ferhad Etrûşî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoyê hilbijart.

Pêştir PDKê ji ber hevrikiyên siyasî û astengên qanûnî biryar da ku berbijarê xwe biguherîne. Ev yek jî piştî hejmareka danûstandinên dirêj bi aliyên Şîe û Suneyan û aliyên Kurdistanî re çê bû, ku du rojan dom kir.