Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Heybet Helbûsî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Heybet Helbûsî dike ku wekî Serokê Parlementoya Iraqê hatiye hilbijartin, herwesa hêvî kir ku parlemento wekî dezgeheka girîng a danana qanûnan rola xwe ya çalak di çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bilîze.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 30.12.2025) di peyamekê de pîrozbahî li Heybet Helbûsî kir û daxwaza serkeftinê jî ji wî re kir, ku wekî Serokê Parlementoya Iraqê hatiye hilbijartin.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe got: "Ez hêvî dikim ku endamên vê gera Parlementoya Iraqê li gorî hêvî û daxwazên gelê Iraqê bin û bibin nûnerên rastîn ên gel û bikarin projeqanûnên pêdivî û girîng di berjewendiya hemî pêkhateyan de bipejirînin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: "Em hêvî dikin ku Parlementoya Iraqê, wekî dezgeheka girîng a danana qanûnan, rola xwe ya çalak di çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bilîze."
Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 30.12.2025) di gera sêyê ya dengdanê de Ferhad Etrûşî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoyê hilbijart. Pêştir PDKê ji ber hevrikiyên siyasî û astengên qanûnî biryar da ku wî berbijar bike. Ev yek jî piştî hejmareka danûstandinên dirêj bi aliyên Şîe û Suneyan û aliyên Kurdistanî re çê bû, ku du rojan dom kir.