Diyarbekir di bin berfê de ye: Li aliyekî zehmetî, li aliyê din kêfxweşî

Diyarbekir (K24) – Li navenda Diyarbekirê ji ber ku berfeke zêde bariya li aliyekê dibistan hatin girtin, otombêl di rê de man, li aliyekê jî bo zarokan bu cihê keyfxweşiyê, malbat bi zarokên xwe re daketin parqan û bi berfê şad bûn. Saziya hewayê ya Tirkiyeyê da zanîn ku dê barîna berfê berdewam be û divê welatî û ajokar i gorî vê yekê tevbigerin û bergiriyên xwe bistînin.

Piştî demeke dirêj li navenda Diyarbekirê berf barî û ji ber barîna berfa zêde jî hem rê hatin girtin, hem otobêsên rêwiyan en nav bajêr di rê de man û hem jî bu sedema qezayên trafîkê. Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî bang li welatiyan kir ku heta neçar neminin bila bi erebeyên xwe dernekevin trafîkê. Li aliyekê jî welatiyan barîna berfê wek derfetekê dîtin li parqên ku dîmenên bedew derketin holê bi zarokên xwe re demên xweş derbas bikin.

Welatî Faîk Yener: “Berf xweş e, em pê keyf xweş bun, keyfa zarokan jî tê, zarok dilîzin.”

Welatî Fatma Demîr: “Em bi barîna berfê keyfxweş bun, demek dirêj bu Diyarbekir berf nedîtibu, baş çêbu, inşallah wisa bidome.”

Parêzgeriya Diyarbekirê jî ragihand ku ji ber barîna berfa zêde li tevahiya Diyarbekir bo 1 rojî betlaneya fermî hatiye ragihandin û li ser vê yekê jî xwendekaran ji dibistanan berê xwe dan kuçe û kolanan û bi berfê şa bûn.

Xwendekar Yeter Ozçelîk: “Befir hat keyfa me jî hat, dibistan jî hatin girtin.”

Xwendekar Davut Davutoglu: “Barîna berfê em keyfxweş bun, em ji xwe re dilîzin.”

Xwendekar Rozerîn Altin: “Em ji ber barîna berfê hatin ji xwe re dilîzin.”

Xwendekar Omer Faruk Baş: “Bi berfê em keyfxweş bûn, dibistan ketin betlaneyê, em jî ji xwe re dilîzin.

Li gorî pêşbiniya saziya keş û hewayê li navenda Diyarbekirê dê heta roja pênşemê jî barîna berfê berdewam be û ev tê wê wateyê ku dê Diyarbekir bi berfê pêşwaziya sala nû bike.