HSD’ê bîlançoya sala 2025’an a şerê DAIŞê aşkere kir: 140 çete hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bîlançoya salane ya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê ya sala 2025’an belav kir. Li gorî amarên fermî, di sala borî de 163 operasyonên ewlehî û leşkerî hatine lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyekê encamên operasyonên xwe yên sala 2025’an ên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ragihand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hevpeymaniya Navneteweyî, derbeyên giran li binesaziya rêxistina terorê hatine xistin.

Derbeyên giran li şaneyên DAIŞ’ê

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonên taybet û biserdegirtinan de, torên piştgiriya lojîstîk hatine jihevxistin û gelek çete berî ku êrişî sivîlan bikin hatine girtin. HSD’ê ragihand jî, kontrolkirina kamp û girtîgehên çeteyan, rê li ber vegera DAIŞ’ê girtiye û aramiya herêmê parastiye.

Amarên şer û operasyonan:

HSD’ê amarên sala 2025’an bi vî awayî rêz kirin:

- Operasyonên giştî: 163

- Biserdegirtin: 128

- Pevçûnên rasterast: 32

- Girtî: 140 çete hatin girtin.

- Kuştî: 13 çete hatin kuştin (3 ji wan serçete bûn).

- Mayîn: 79 mayîn û teqemenî hatin pûçkirin.

- Êrişên DAIŞ’ê: Di nava salê de DAIŞ’ê 220 êriş pêk anîne.

Rêjeya operasyonan li gorî herêman:

Plana leşkerî ya HSD’ê piranî li ser gundewaran hat avakirin:

- Li gundewaran: %70

- Li bajar û bajarokan: %20

- Li rêyên sereke: %10

Metirsî hîn jî berdewam e

HSD’ê hişyarî da ku tevî lewazkirina DAIŞ’ê, hîn jî metirsiya şaneyên veşartî li ser herêmê heye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ bi rêya propaganda, zimanê nefretê û hedefgirtina binesaziyê hewl dide aramiyê têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de HSD’ê dubare kir, ew ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê ne tenê bi rêbazên leşkerî, lê bi rêbazên ewlehî, civakî û fikrî jî bi hevkariya hevkarên navneteweyî bidomînin.