Birêvebiriya Trafîkê ya Dihokê agehdariyekê dide welatî û şofêran
Navenda Nûçeyan (K24) - Li sînorê parêzgeha Dihokê, ji ber sermayê û barîna berfê, piraniya cadeyan bûne qeşa û çend cade jî hatine daxistin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Çekdar Cemal îro (Çarşem, 31.12.2025) li Dihokê got: “Sermayeka dijwar Dihok û derdora wê girtine, ji ber vê yekê piraniya cadeyan bûne qeşa û ji bo hatin û çûna şofêran asteng çê bûne.”
Yek ji polîsên ku li ser kar bû ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand: “Piraniya cadeyan bûne qeşa.” Herwesa got: “Em bi şev û roj li ser kar in da ku alîkariya şofêran bikin ku tûşî qezayên trafîkê nebin.”
Wî polîsî herwesa ji welatî û şofêran xwest ku, heke ji bo karên pêdivî nebe dernekevin ji ber ku ev yek xetereyê çê dike. Ji bilî vê yekê jî, hin cade ji ber berfê ji hêla tîmên polîsên trafîkê ve hatine girtin.
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê haydariya hatina pêleka din a berf û baranan da welatiyan. Ji êvara îro ve, li parêzgeha Dihokê û rêveberiyên serbixwe yên Zaxo û Soranê befir dibare.