Kurdistan24 sala nû li bînerên xwe pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Kurdistan24ê bi boneya hatina sala nû ya 2026an, peyameke pîrozbahiyê belav kir û soza nûbûn û xizmeteke hîn pêşkeftîtir a medyayî da xwendevan û bînerên xwe.
Dezgeha Kurdistan24ê, bi boneya bidawîbûna sala 2025an û pêşwazîkirina sala 2026an, pîrozbahiyên xwe yên herî germ arasteyî malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû gelê Kurdistanê yê li seranserê cîhanê kir.
Kurdistan24ê di peyama xwe de hêvî xwest ku sala 2026an bibe sala bidawîbûna nexweşiyan, sala pêkhatina xewnan û aramî û bextewariya ji bo her kesî. Herwiha diyar kir ku ew hêvî dike ev sala nû bibe destpêkek ji bo hîn zêdetir pêkvejiyan û geşebûna Herêma Kurdistanê di hemû waran de.
Dezgeha Kurdistan24ê tekez kir, ew ê wekî her tim li ser bingehên profesyonelî, bêalîbûn û rastgoyiyê berdewam be û got: "Em şanaziyê dikin ku Kurdistan24 bûye çavkaniya baweriya bîneran û pira pêwendiyê di navbera welatî û navendên biryarê de. Em soz didin ku di sala 2026an de bi heman giyanî û bi coşeke mezintir, bi bergekî nû û bi stratejiyeke medyayî ya serdemî di xizmeta we de bin."
Kurdistan24ê di dawiya peyama xwe de spasiya bîner û xwendevanên xwe kir ku her tim piştevaniya dezgehê kirine û bûn sedem ku ev dezgeh bigihîje vê asta serkeftî. Kurdistan24ê piştrast kir jî, di sala 2026an de dê bi awayekî herî baş û herî şayiste xizmetên medyayî pêşkêşî raya giştî bike.