Goran Osman: Şanoya Kurdî di krîzeke kûr de ye lê sînema hêviyê dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û şanoger Goran Osman di hevpeyvîneke taybet a li gel Kurdistan24ê de, bal kişand ser rewşa hunerî ya li Herêma Kurdistanê. Osman diyar kir, şano niha di paşdeçûnê de ye, lê berevajî wê sînema ber bi qonaxeke geş û pîşesazîbûnê ve gavan dihavêje.
Hunermend Goran Osman, ku xwedî ezmûneke dirêj a di qada şano û sînemayê de ye, nirxandineke hûr li ser guherînên hunerî yên sê dehsalên dawî kir. Osman di navbera şanoya serdema salên 80yî û ya îro de, berawirdiyek kir û destnîşan kir ku di her serdemê de huner bi erkên cuda rabûye.
Rêwîtiya Hunerî: Ji ‘Şîrîn û Ferhad’ heta sînemaya Rûsî
Goran Osman destpêka kariyera xwe ya hunerî vedigerîne dawiya salên 80yî. Wî yekem car di sala 1989an de bi şanoya "Şîrîn û Ferhad" gava xwe ya yekem avêt. Piştre di dema Raperîna 1991ê de bi şanoya kolanê ya "Beyta Agir" di nava gel de cih girt.
Osman ne tenê wekî lîstikvan, lê di warê derhêneriya bernameyên zarokan, wênekêşî û montajê de jî keda xwe nîşan daye. Herwiha ew wekî vekoler û nivîskarekî sînemayê jî tê naskirin; wî gelek nivîs, senaryoyên kurtefîlman û wergerên li ser sînemaya Rûsî û Polonî (bi taybetî li ser fîlmên Andrey Tarkovsky) amade kirine ku wekî çavkaniyên giring ên akademîk têne dîtin.
Krîza Şanoyê: Çima bîner kêm bûne?
Li gorî nêrîna Goran Osman, şanoya Kurdî îro di nava krîzeke kûr de ye. Osman sedemên vê paşekşê bi vî awayî rêz dike:
1- Kêmasiya saziyan: Dezgehên hunerî giringiyeke pêwîst nadin şanoyê û piştgiriya darayî gelekî lawaz e.
2- Koça ber bi sînemayê: Gelek şanoger ji bo bidestxistina navûdeng û pereyan berê xwe dane sînemayê û drameyan, ji ber ku şano heta niha nebûye çavkaniyeke jiyanê (bîjîv) ji bo hunermendan.
3- Kêmbûna kalîteyê: Kalîteya gelek şanoyan daketiye, mijarên wan bala bîneran nakişînin û nabe cihê ramanê.
4- Alternatîfên dîjîtal: Medyaya civakî û platformên nû yên dîjîtal wekî alternatîf bîner ji holê birine.
Osman dibêje: "Dema kalîte nebe, bîner ji şanoyê dixeyide. Şano tenê bi amadebûna bîneran di nav holê de temam dibe."
Sînema ber bi pîşesazîbûnê ve diçe
Berevajî şanoyê, Goran Osman ji bo sînemayê geşbîn e. Ew diyar dike ku piştî sala 2003an, hejmara fîlmên Kurdî zêde bûye û fîlmên me li festîvalên navdewletî xelatên giring wergirtine. Osman destnîşan kir ku sînema di warê teknîk û kadroyan de gelek pêş ketiye û kumpanyayên taybet niha hên bêtir piştgiriya fîlman dikin.
Lê belê, Osman hişyarî dide ku sînema hîn nebûye pîşesaziyeke serbixwe. Ji bo vê yekê, wî bal kişand ser pêdiviya navendên akademîk ên profîsyonal û piştgiriya hikûmetê da ku sînema bibe xwedan aboriyeke serbixwe.
Serdema Zêrîn: Şanoya Berxwedanê
Dema behsa "Serdema Zêrîn" a şanoyê tê kirin, Osman balê dikişîne ser salên 80yî û dibêje: "Wê demê huner bi giştî 'Hunerê Berxwedanê' bû. Ji wênegir bigire heta stranbêj û şanoger, her kesî bi ruhekî neteweyî kar dikir. Şanoya wê demê ji bo xelkê wekî nefesekê bû li hemberî zextên siyasî. Lê îro şert û merc guherîne; niha em hên bêtir giringiyê didin teknîkê û tekstên xumalî yên ku pirsgirêkên civakî nîşan didin."
Projeyên Nû
Goran Osman eşkere kir, niha li gel hunermend Nehro Mihemed û Kemal Elî mijûlî amadekirina şanogeryeke nû ye ku teksta wê ji aliyê Nehro Mihemed ve hatiye nivîsandin. Herwiha, ew li ser sînemayê nivîsên nû amade dike ku dê di demeke nêz de werin weşandin û senaryoyeke nû ya kurtefîlmekê jî di destê wî de ye.
Nasname:
Goran Osman di sala 1969an de li bajarê Helebceya Şehîd ji dayîk bûye. Di dawiya salên 80yî de dest bi karê hunerî kiriye û heta niha di dehan karên şano, drama û fîlmên dokûmenterî de cih girtiye.