Li Soranê di sê rojan de 750 kes ji nav befrê hatine rizgarkirin

Birêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Soranê
Birêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Soranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Soranê amaje da ku, di dema 10 rojên borî de 44 tîmên wan berdewam li ser erkê xwe ne, herwesa bang li xelkî dike ku li malên xwe bimînin.

Birêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Karwan Mîrawdelî îro (Pêncşem, 01.01.2026) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Vê hefteyê berdewam heta îro 44 ​​tîmên me li ser erkê xwe ne, heta yek rojê jî bêhnvedan ji bo tu efser û karmendên birêvebiriya me nebûye.”

Karwan Mîrawdelî herwesa got: "Di sê rojên borî de, nêzîkî hezar peywendiyan ji hêla welatiyan û geştiyaran ve bi odeya kontrolê ya birêvebiriya me hatine kirin, 750 kes ji nav berfê hatine rizgarkirin û di nav wan de jî 350 jin û zarok hene, herwesa 118 timbêl jî hatine rizgarkirin."

Navbirî amaje jî da ku, ji bilî wan heft Pêşmergeyên ku di rojên borî de hatine rizgarkirin, 84 timbêl jî ku di nav berfê de xirab bûbûn, hatine çarekirin û rê jê re hat vekirin, herwesa 150 timbêlên welatiyan jî ku ji ber berf û qeşaya giran li ser rê man û ji aliyê tîmên me ve cihê rawestiyanê jê re hatiye vekirin.

Hejmarek zarokan jî li ser rêya Spîlk-Mêrgesorê ji xizmên xwe veqetiyabûn û hatin rizgarkirin, herwesa rê ji bo bi sedan geştiyarên Ereb û timbêlên geştiyaran jî hat vekirin.

Birêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Soranê ji welatiyan dixwaze ku, heya ku ji bo karên pêdivî nebe dernekevin, ji ber ku piraniya cade û rêyan ji ber berfê girtî ne, bi taybetî jî rêya Hacî Omeran, Spîlk-Mêrgesor, Zînê Wertê, Dola Alaneyê.

Pêleka berf û baranan ji roja Şemiyê ve Herêma Kurdistanê vegirtiye. Li gelek cihan, cade û rê ji ber berfê hatine girtin. Li gorî pêşbîniyên Keşnasî û Erdhejnasiya Herêma Kurdistanê, dê heta sibe êvarê berdewam be.