Hewlêr.. di roja yekê ya sala nû de 37 zarok hatin dinyayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Li Nexweşxaneya Jinan û Bûna Zarokan a Perwerdehiyê ya Hewlêrê, di roja yekê ya sala nû de 37 zarok hatine ser dinyayê.
Birêvebirê Îdarî yê Nexweşxaneya Jinan û Bûna Zarokan a Perwerdehiyê ya Hewlêrê Şiwan Tehsîn îro (Pêncşem, 1.1.2026) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Ji piştî saet 12ê şevê heta îro, 37 zarok li vê nexweşxaneyê bûne, ku sê zarokên kur û heft zarokên keç bi rêya operasyonê hatine ser dinyayê.
Şiwan Tehsîn amaje jî da ku, 16 zarokên keç û 11 zarokên kur jî bi awayekê normal hatine ser dinyayê û rewşa wan hemiyan jî binecih e.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Silêmaniyê jî her îro belav kir ku, par li Nexweşxaneya Bûna Zarokan a Hawarhatinê û Perwerdehiyê ya Silêmaniyê, neh hezar û 848 zarok hatine ser dinyayê.