Tenduristiya Iraqê: Di şeva sersalê de nêzîkî 500 kesan birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand: “Di şeva sersalê de, nêzîkî 500 kesan ji ber yariyên agirî, gulebarankirinê û qezayên trafîkê birîndar bûn.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf Bedir îro (Pêncşem, 1.1.2026) di ragihandinekê de got ku, di şeva serê salê de li Bexdayê, ji ber yariyên agirî nêzîkî 300 kesan birîndar bûn, piraniya wan jî li aliyê Resafeyê bûn ku 200 kes bûn, li aliyê Kerxê jî 67 kes birîndar bûn, herwesa hin rewşên din jî li parêzgehên din ên Iraqê hatine romarkirin.

Seyf Bedir tekez jî kir ku, ev amara ku hatiye belavkirin hîn amara dawiyê nîne, ji ber ku hin ji birîndaran ji bo wergirtina çareseriya pêdivî serdana bingehên tenduristiyê nekiriye, lewma jî tê pêşbînîkirin ku hejmar ji wê zêdetir be.

Di pareka din a wê ragihandinê de hatiye ku, li Bexdayê 43 rewşên birîndarbûnê ji ber gulebarankirinê bûne, herwesa 140 bûyerên qezayên trafîkê û 86 bûyerên din ên cuda cuda jî hatine tomarkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê amaje jî da ku, piraniya bûyeran sivik û navîn bûn, lê hin ji birîndaran hewce bûn ku li nexweşxaneyê bimînin û hîn jî di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Seyf Bedir herwesa got: "Wezaretê berî şeva serê salê çend hişyarî û bang belav kirin ku welatî hişyar bin, lê asta pabendbûna welatiyan wesa nebû wekî ku dihat hêvîkirin bû."

Navbirî hêvî jî kir ku, "Di bûyerên pêş de, malbat bi rengekê cidîtir çavdêriya zarokên xwe bikin, herwesa aliyên peywendîdar rêkarên tundtir li dijî gulebarankirinê, yariyên agirî û pêşîgirtina li hawirdekirin û firotina wan yariyên xeter bi cih bînin."

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê herwesa tekez li ser pêdivîtiya sînordarkirina bikaranîna yariyên agirî li gorî jiyê mirovan kir. Eşkere jî kir ku, piraniya birîndaran, xasma jî di nav zarokan de, ji ber yariyên agirî û yariyên din ên xeter birîndar bûne.